
50 rêberên sîyasî, yên ji 23 welata bi nama vekirî berbirî serokê Tirkîyayê Receb Tayîb Êrdogan bûne û bang kirine ku êrîşên ser partîya kurdaye opozîsîyon ya Dêmokratîk, ya Gela bidine sekinandinê.
“Heger hukumata Êrdogan Partîya Dêmokratîk, ya Gela bide girtinê, wî çaxî ewê bingeha dêmokrasîyêye li Tirkîyayê jî bide tunekirinê”,-nama rêberada hatîye gotinê.
Bi menîya pêwandîyên tevî PKK ê dijî Partîya Dêmokratîk îş hatîye vekirinê.
Rêberên sîyasî dibêjin, wekî girtina partîyayê dêmokrasîya li welêt dike bin qezîyayê.