Bona helkirina qewîn garantîya maf û ewlehkarîya binelîyên Qerebagê pêwîste: raporta parlamênta Avropayê

Parlamênta Avropayê dengê xwe da rêzolyûsîya derheqa pêwandîyên Yekîtîya Avropayê û Ermenîstanê. 534 parlamêntvana dengê xwe dane rêzolyûsîyayê, 10 dijî wê derketin, lê 66 jî beşdarî dengdayîna nebûn.Raportêda guhartin hatine kirinê ku dorgirtina korîdora Laçînê gunehkarkin, ya ku krîzeya hûmanîtarî, ya li Qenrebagê dide kûrkirinê. Xêncî wê yekê hatîye pêşnîyakirinê, ku bûyara 5 ê adarêye di navbera alîyê ermenîya-azêrîya gunehkarkin, rûyê çida meriv hatine kuştinê û pêvajoya îzbatkirina aşîtîyê kirine bin qezîyayê.
Nava raporta li parlamênta Avropayê hatîye dîyarkirinê, wekî nava 30 salên dawîda dew û doza Qerebagê, usa jî êrîşên Adirbêcanêye van dawîya zîyan dane bi deha hezara meriva, gelek cîh û war wêran bûne, bi seda hezara meriv ji cîh û warên xwe derketine, lê pirsgirêka Qerebagê hê nehatîye helkirinê.
Raportêda usa jî hatîye gotinê, wekî bona normalkirina pêwandîyên Ermenîstanê û Adirbêcanê pêwîste ku zordarîyê bidine sekinandinê û garantîya maf û ewlehkarîya binelîyên Qerebagêye ermenî bidin.







