H’emû nûçeSereke
Hêzên Ermenîstanê bi dironên cûre-cûre, bi mecalên dijî tanka û parastina hewêva hatine razîkirinê: Papîkyan

Wezîrê Ermenîstanêyî parastinê Sûrên Papîkyan wextê civîna komîsîya parlamnêtêye pirsên parastinê û ewlehkarîyê bi kurtayî ew yek raber kirîye, ku hêzên sîlihkirî bi sîlihên çi cûreyîva hatine razîkirinê.
“Hêzên Komara Ermenîstanê bi dironên cûre-cûre, bi sîlihên dijî tanka û parastina hewê, usa jî sîstêmên modêrnîzasîyakirî, têknîka cûre-cûreva hatine razîkirinê, kîjana hewca nîne li vir em bidine raberkirinê”,-li gorî ragîhandina Armênprêssê, derheqa wê yekêda Papîkyan nava raportêda daye dîyarkirinê.







