H’emû nûçeSereke

Li parlamêntê wekîlên govekên qewatê bi cûrê derdadayî pirsa êskalasîyayê gotûbêj kirine

Wekîlên wezîreta parastinê, qulixdarîya ewlehkarîya miletîyê, wezîreta karên hundur li parlamêntê gotûbêjkirirnên vekirî û derdadayî pêk anîne.Beşa gotûbêjkirinaye vekirî bona wê yekê bû, ku ew meriv derheqa mîyaserkirina progiramên sala 2022 a da raporta raberkin.Nava dorana wê yekêda wezîrê parastinê Sûrên Papîkyan jî halê goveka parastinê û  derheqa werguhastinada raber kirîye.

Bi beşdarîya serokên sîstêmên parastinê parlamêntvana pirsa derheqa êskalasîya leşkerîda, ya li Ermenîstanê û Qerebagê gotûbêj kirine. Zelalkirin hatine dayînê, lê derheqa wê yekêda tu tişt nehatîye belavkirinê, çimkî ew gotûbêjkirin derdadayî bûne.

Piştî civînê, wezîrê parastinê Sûrên Papîkyan daye zelalkirinê, wekî niha li ser sînorên Ermenîstanê berevbûnên leşkera tunene.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button