Meremê Adirbêcanê ewe ku qewila bona mîyaserkirina paqijkirinên êtnîkî sazke û bo ku civaka navneteweyî jî beşdarî wê pirsê nebe: wezîreta Arsaxêye karên der
Ew gotinên alîyê Adirbêcanê wekî dew û doza azêrîya-qerebagîya îdî hatîye helkirinê û ew îdî rojeva navneteweyîda nîne, ne li gorî rastîyêye. Armênprêssê ragîhandîye wekî derheqa wê yekêda, çawa bersiva fikirên alîkarê serokê Adirbêcanê Hîkmêt Hecîyêv, wezîreta Arsaxêye karên der elametî belav kirîye.
“Derheqa wê yekêda, wekî pirsgirêka azêrîya-qerebagîya helkirî nîne û hewcê helkirinêye, çendik- çend cara ji alîyên welatên cuda-cudada, nava wanda usa jî welatên koma Mînskê û wekîlên cêrge organîzeyên navneteweyî elam kirine.
Ew yek, wekî kanûna sala 2022 a şêwira ewlehkarîya Organîzeya Netewên Yekbûyî dorgirtina korîdora Laçînê gotûbêj kirîye û wan gotinên Adirbêcanê înkar dike ku pirsa dew û dozê ji rojeva navneteweyî derketîye. Gavên Adirbêcanêye neqanûnî, yên dijî Komara Arsaxê û cimeta wê cedandina Bekûya fermî didine kifşê, ku ew dicêribîne paşda vegere berbi wî wedeyî, dema ku qewata leşkerî ji mafê navneteweyî bilindtir bû.
Em li ser wê fikirêne, wekî tenê bi rîya hevraxeberdana dikarin bighîjine helkirina pirsgirêkê.Bi înkarkirina mêxnîzma dîyaloga tevî Stêpanakêrta fermî, Adiribêcan dicêribîne ji mîyaserkirina pevketina dûrkeve.
Em bêjin wekî eskerê Komara Arsaxê heye, dikeve nava kîjanî binelîyên Arsaxê û heyîna wî eskerî ne dijî elametîya 9 ê mijdara sala 2020 îye.Gavên dijî eskerê Arsaxê wê yekêva girêdayîne wekî Bekû dicedîne ermenîyên Arsaxê ji xweparastinê miqûf bihêle û ew nikaribin li ber progiramên paqijkirinên êtnîkî ber xwe bidin.
Gotinên Adirbêcanêye derheqa wê yekêda, ku korîdora Laçînê vekirîye, ne rastin. Mehkema navneteweyî jî piştî lêkolînkirina pirsê, Adirbêcan da borcdarkirinê ku korîdorê bidine vekirinê”,- nava elametîya wezîreta Arsaxêye karên derda hatîye gotinê.