Parlamênta Avropayê bi raporta nû agrêsîya Adirbêcanêye dijî Ermenîstanê gunehkar kirîye

Agirbesta piştî şerê sala 2020 î morkirî nayê xweykirinê. Serbara serda agirbest çend cara hatîye tirbandinê, rûyê çida bi seda meriv hatine kuştinê, axa Ermenîstana serbixwe li rojhilat û bakûr-rojhilatê ji alîyê eskerê Adirbêcanêda hatîye dagirkirinê. Li gorî ragîhandina Armênprêssê, derheqa wê yekêda nava raporta parlamênta Avropayêda, ya derheqa pêwandîyên Yekîtîya Avropayê û Adirbêcanêda hatîye gotinê.
Dokûmêntêda derheqa girtina korîdora Laçînê, zêrandinên dîlên leşkerî, yên wextê şerê meha îlonê, usa jî merivên sîvîl, kuştinada hatîye bîranînê.
Hatîye dîyarkirinê, wekî Yekîtîya Avropayê amedeye di navbera Ermenîstanê û Adirbêcanêda piştgirîyê bide îzbatbûna aşîtîyê. Raportêda usa jî derheqa birîyara mehkema navneteweyîda tê bîranînê, ya ku derheqa tunekirina mîrata qerebagîyaye çandî-dîrokîda raber dike.
Hatîye gotinê, wekî dew-doza dora Qerebagê, ya di navbera Ermenîstanê û Adirbêcanêda pêşîya pêşkeftina herêma Qafqasîya Başûr girtîye û ew yek usa jî li ser qewînbûna avropî tehsîr dike.
“Parlamênta Avropayê bi cûrê berk agrêsîya Adirbêcanêye dijî Ermenîstanê, ya îlona sala 2022 a gunehkar dike. Ew usa jî bang dike ku hemû esker paşda vegerine ser tabîyên xweye berê û ji xebitandina dûr bimînin”,- nava raportêda hatîye gotinê.







