Axaftina agrêsîv ya serokê Adirbêcanê bona wê yekêye, ku cedandinên bona îzbatkirina qewînbûna li Qafqasîya Başûr bidine teribandinê: wezîreta karên der

Wezîreta Ermenîstanêye karên der derheqa gotinên serokê Adirbêcanê û elametîyên wîye agrêsîvda elametî belav kirîye, kîjanêda hatîye gotinê:
“Wextê civîna serokên welatên tirkîaxif, ya 16 ê adarê, axaftina serokê Adirbêcanê Îlham Elîyêv, nîşandayîna eşkere bû, wekî dewekarîyên wî hindava têrîtorîyayên Komara Ermenîstanê û amadebûna bona agrêsîya bi sirêye.
Bi raberkirina axa Ermenîstana serbixwe çawa “Adirbêcana Rojavayê”, serokê Adirbêcanê ne tenê destûra Organîzeya Netewên Yekbûyî û cêrge elametî û peymanên hemcîhanî, lê usa jî borcdarîyên li ser xwe hildayî diteribîne.
Adirbêcan her dem dijwarîya saz dike ku mihacirên Qerebagê û yên dor-bera paşda venegerine cîhên xwe, lê bi wê yekêva tevayî dibêje ku ew amade dibe li wan cîha binelîya cîhwarke, kîjan ketine bin kontrola wê. Adirbêcan bi xwe elametîya 9 ê mijdara sala 2020 î diteribîne û nahêle ku pêvajoya vekirina rêyên herêmî bê mîyaserkirinê.
Axaftina agrêsîv ya serokê Adirbêcanê bona wê yekêye, ku cedandinên bona îzbatkirina qewînbûna li Qafqasîya Başûr bidine teribandinê û agrêsîya berfireh dijî Ermenîstanê, usa jî Qerebagê destpêkin. Xeberên bêhurmetkirinêye derheqa ermenîyên Qerebagêda didine kifşê, wekî Adirbêcan sîyaseta xweye bona paqijkirinên êtnîkî venaşêrine. Serbara serda axaftina wî cûreyî bi wê armancêye ku ne tenê hevraxeberdanên di navbera Ermenîstanê û Adirbêcanêda, lê usa jî yên di navbera Ermenîstanê û Tirkîyayêda bêne teribandinê.
Hemû hevkarên ku dixwezin ku li herêmê qewînbûn û aşîtî hebe, gerekê qîmet bidine sîyaseta Adirbêcanêye wî cûreyî û gavên praktîk bona kirinên Adirbêcanê bêne avîtinê”.