H’emû nûçeSereke

Ermenîstan layîqî piştgirîya meye tame: Olîvêr Varhêlî

Bi hesabhildana ketina Rûsîyayêye li Ûkraînayê, Ermenîstan ketîye nava halekî xirab, çimkî ew mecbûre nava pirsa ewlehkarîyêda gumana xwe bide ser Rûsîyayê. Nava vê hemtêkstêda Ermenîstanê berê xwe daye berbi Yekîtîya Avropayê. Li gorî ragîhandina Armênprêssê, derheqa vê yekêda wekîlê pirsên cînartîyê Olîvêr Varhêlî gotîye.

“Bi hesabhildana werguhastinên nava dêmokratîyayê, azayên hîmlî, hesabhildana qanûnê û şerkarîya dijî ruşetxwerinê, Ermenîstan layîqî piştgirîya meye. Qayîlnivîsara meye derheqa hevkarîyêda projeya rojeva werguhastinên Ermenîstanêye.Eva îdî serê du salaye, ku ew pêvajo berdewame”,-Varhêlî gotîye.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button