
Serokê partîya Kurdistanêye Dêmokratîk Mesûd Barzanî daye dîyarkirinê, wekî li Kurdistanê menîyên bona paşdaêxistina hilbijartina tunene.
Derheqa wê yekêda Mesûd Barzanî wextê hevpeyvînva tevî “Al-Monitor” ê gotîye, dema ku ewî derheqa hilbijdartinên li Kurdistanê, qanûna derheqa byûcêya fêdêral û pêwandîyên navneteweyîda xeberadye.
“Hilbijartin pêwîstin. Ew gerekê bêne derbazkirinê. Rêke başqe tune, çimkî heger usa nebe, înstîtûtên dewletê kemala xwe wê undake. Rêke başe û menîyên başqe tunene ku hilbijartina bidine paşdaêxistinê”,-Mesûd Barzanî gotîye.
Derheqa kara Kurdistanêye nava byûcêya fêdêralda, Mesûd Barzanî gotîye: “Minê negota, wekî birîyara derheqa byûcêyêda bi sed selefî li me xweş tê, lê ez hesab dikim, wekî ev gav bona pêşdaçûyînê ya normale”.