H’emû nûçeSereke

Mêxanîzma aşîtîparêzên navneteweyî pêwîste, ya ku wê garantîya maf û ewlehkarîya cimeta Qerebagê bide: Rasmûsên

Bona me  mêxanîzma aşîtîparêzên navneteweyî pêwîste, ya ku wê garantîya maf û ewlehkarîya cimeta Qerebagê bide. Derheqa wê yekêda sêkrêtarê NATO ê yî berê Andêrs Fog Rasmûsên gotîye.

“Ez bi vexwendina hukumata Ermenîstanê li virim, bona ku alî Ermenîstanê bikim, ku pêwandîyên Yekîtîya Avropayê û Rojavayê diha qewînbin.Ermenîstan hewca hevkarên bi gumane, ezê bicêribînim nava wê pirsêda alî bikim”,-Rasmûsên gotîye.

Bi gotina wî, dorgirtina korîdora Laçînê tiştekî neqanûnîye û nemerivatîye.

“Ez berbirî Îlham Elîyêv dibim, ku dorgirtina korîdorê bidine sekinandinê.Ez bawarim, wekî Elîyêv naxweze bibe agrêsorê navneteweyî.Minê bigota ku Yekîtîya Avropayê gerekê hukumê ser Elîyêv zêdeke, çimkî em zanin wekî hevkarîya Avropayê ya ênêrgêtîkî tevî Adirbêcanê heye û ew yek dikare bibe dikeke baş, li kîderê dikarin bêjine Elîyêv tu nikarî mafê navneteweyî biteribînî û bêceza bimînî”,- Rasmûsên gotîye û serda zêde kirîye: “Bona me  mêxanîzma aşîtîparêzên navneteweyî pêwîste, ya ku wê garantîya maf û ewlehkarîya cimeta Qerebagê bide”.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button