Niha îdî eşkereye:Bayramov fikira derheqa “korîdora Zangêzûrê” korîdora Navînva “daye” girêdanê

Wezîrê Adirbêcanêyî karên der Cêyhûn Bayramov, wextê civîna welatên tirkîaxif, ya li Enqerê, eşekere fikira derheqa “korîdora Zangêzûrê” korîdora Navînva “daye” girêdanê.
“Bûyarên li herêmê û li temamîya dinîyayê girîngîya hevkarîya nava goveka transportêda didine kifşê”,- Bayramov gotîye. Ewî derheqa wê yekêda gotîye, ya ku piştî şerê Arsaxê hatîye kirinê. Wî alîda ewî bi guman daye dîyarkirinê, wekî cedandinên Adirbêcanê wê qewila sazkin ku potênsîyala korîdora Navîn bidine xebatê.
Em bîr bînin wekî korîdora Navîn ew rêye, meremê kîjanê ewe ku Avropayê û Asîyayê bighînine hev.Ev yek destpêkirina mîyaserkirina fikira “Tûrana mezin” e. Têra tê dîtinê ku ew başûrê Gurcistanêra wê derbazbe, wê dora Ermenîstanêra derbazbe. Bi vî cûreyî Tirkîya û Adirbiêcan dorgirtina sînorên Ermenîstanê berdewam dikin.