H’emû nûçeSereke
“Rûsîya û Ermenîstan ji kirîn-frotana bi dolar û yûro paşda sekinîne”:Kêrobyan

Wezîrê Ermenîstanêyî êkonomîkayê Vahan Kêrobyan hevpeyvîn daye rojnama rûsîye “Vêdomostî” yê, wextê kîjanê derheqa welatîyên ji Rûsîyayê hatî û pêwandîyên Ermenîstanê û Rûsîyayêye kirîn- frotanêda xeberdaye.
Ewî daye dîyarkiinê wekî sala 2022 a hetanî 110 000 welatîyên Rûsîyayê hatine Ermenîstanê. Bi gotina wî, ji alîyê wan welatîyada cêrge serwêrtîyên îndîvîdûal hatine vekirinê.
Wezîr usa jî daye dîyarkirinê, wekî Rûsîya û Ermenîstan ji hesabên bi dolar û yûro paşda sekinîne.Bi qîmetkirina wezîr, rûblî niha qewîn nîne û hîmlî diramê ermenî tê xebitandinê.