H’emû nûçeSereke

Sêkrêtarê sereke yê Organîzeya Peymana Ewlehkarîya Kolêktîv li wan cîha  qesidîye, yên ku meha îlonê ji  agrêsîya Adirbêcanê zîyanê ketine

Serokbajarê Cêrmûkê Vahagin Arsênyan rûpelê xweyî   facebook da derheqa seredana sêkrêtarê Organîzeya Peymana Ewlehkarîya Kolêktîv Îmangalî  Tasmagambêtov, ya li Cêrmûkê nivîsîye.

“Nava çarçoveya seredana birêz Tasmagambêtov, bi rêberîya ofîsêrên derecebilind wan cîha qesidîye, yên ku  rûyê agrêsîya meha îlonêda zîyanê ketine.

Wextê hevdîtinê zîyana bajêre êkonomîkî û pirsgirêkên li cem binelîya pêşdahatî hatine raberkirinê.Hatîye dîyarkirinê wekî wextê opêrasîyonên leşkerî li sanatoryûmên Cêrmûkê û li mêvanxwena gelek tûrîst hebûne û rûyê agrêsîya azêrîyada ne tenê tabîyên leşkerî, lê usa jî sîstêmên sîvîl bûne hedef.

Em ji sêkrêtarê organîzeyê razîne wekî ewî encamên wan opêrasîyonên leşkerî merkeza guhdarîyêda xweyî kir û bi dilêşî nêzîkî wê yekê bû”,-serokbajarê Cêrmûkê nivîsîye.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button