Bona sekinandina qezîya hûmanîtarîye li Qerebagê em berê ewlin ji Rûsîyayê hîvîya gavên praktîkin: Alên Sîmonyan gotîye Yûrî Vorobyov
Serokê parlamênta Ermenîstanê Alên Sîmonyan 18 ê adarê cîgirê serokê şêwira fêdêrasîyon, ya Rûsîyayê Yûrî Vorobyov qebûl kirîye.
Wextê hevdîtinê xeberdan derheqa civîna di navbera parlamêntada çûye û hatîye dîyarkirinê, wekî ew civîn mecaleke başe bona ku cîda nasîya xwe bidine mecalên herêmê.
“Hêvîdarim, wekî civîna duh gelekî kardar bû û encamên civînê wê hevkarîya Ermenîstanê û Rûsîyayêye stratêcî qewînke”,- Alên Sîmonyan derheqa civîna rojekê pêşda gotîye, nava dorana kîjanêda di navbera qeza Ermenîstanêye Tavûşê û parwelatê Rûsîyayêyî Krasnoyarskêda peymana hevkarîyê hatîye îmzekirinê.
Wextê hevdîtinê usa jî pirsên ewlehkarîyê hatine gotûbêjkirinê.
Bi axaftina derheqa kirinên Bekûyêda, serokê parlamêntê gotîye: “Qezîya hûmanîtarî, ya li Qerebagê pêşîya cimetê sekinîye.Nava wê hemtêkstêda ez dixwezim bêjim, wekî em hêvîdarin ku Rûsîyayê gavên praktîk biavêje û wê elametîyên konkrêt belavke”.