H’emû nûçeSereke

Elîyêv dîsa gefa duxwe: “Emê li Zangêzûra xwe heta-hetayê bijîn”

Serokê Adirbêcanê Îlham Elîyêv diqewime ji elametîyên welatên cuda-cuda tehsîr nebûye, bi kîjana wan welata derheqa dagirkirina axa Ermenîstana serbixwe û dorgirtina  Arsaxêda  dane dîyarkirinê. Elîyêv dîsa gefa duxwe, Ermenîstanê û ermenîya bêhurmet dike.

“Îro em li ser axa Qerebaga xwene, li ser axa Zangêzûra xwe û emê heta-hetayê li virbin. Cimeta Adirbêcanê bi firnaxbûn dijî”,- Elîyêv li gundê Telîşê gotîye.

“Îro Ermenîstan, ya ku digot, wekî Qerebag Ermenîstane, ya ku gef li me dixwerin, xudîkî nû digere. Ji wê yekê wê kar tunebe”,-Elîyêv gotîye.

“Bona ku Ermenîstan li ser axa 29 000 çargoşe kîlomêtir bijî, qewilek heye: ew gerekê qewilên me qebûlkin, bi fermî Qerebagê çawa axa Adirbêcanê naskin, li gorî qewilên me xebatên dîyarkirina sînora mîyaserkin”,- ewî gotîye.

“Hinek welatên ku piştgirîya ermenîya dikin “Serbestîya Qerebagê” nas dikin, ya ku li ser xerîta dinîyayê tune. Ev yek çi dide kifşê? Ev yek dide kifşê, wekî  armanca wan hemû qewata ew bû, ku okûpasîya heta-hetayê hebûye. Helnekirina pirsgirêkê ewe ku wê yekê biqerimînin”,- Elîyêv gotîye.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button