H’emû nûçeSereke

Ermenîstan sîlihên Hindistanê baş rêklam dike: pêşezan derheqa hevkarîya Yêrêvanê û Nyû Dêlîyêda

Serokatîya Ermenîstanê dicêribîne sîyaseta parastina der bide dîvêrsîfîkasîyakirinê û vî alîda alîyê hindî ya bi pêrspêktîve. Fikira vî cûreyî Bênyamîn Pogosyanê sîyasîzan elam kirîye. Bi hesabhildana wê yekê, wekî  hevkara Ermenîstanê Rûsîya ku bi menîyên obyêktîv, yan jî sûbyêktîv nikare borcdarîyên xwe tam biqedîne, Ermenîstan  mecbûre usa bike. Heger em hesabkin, wekî menî obyêktîvin, ew yek pêwîstîya gera kanîyên destanîna sîlihaye nû nade hildanê, çimkî dewleta ermenî careke mayîn li ber  qezîya agrêsîya nû sekinîye”,- Pogosyan gotîye, yê ku van axirîya ji Hindistanê vegerîyaye. Bi gotina Pogosyan, Hindistan bona wê hevkara başe, ya ku usa jî hevkara Rûsîyayê û cêrge welatên Rojavayêye.

Xêncî wê yekê piştî şerê Qerebagêyî 44 roje hewaskarîya Hindistanê jî hindava Qafqasîya Başûr pêşda hatîye. Ew hewaskarî berî her tiştî bona wê yekê pêşda hatîye, wekî Pakîstan piştgirî daye Adirbêcanê.Hindistan ji hevkarîya Tirkîyayê, Adirbêcanê û Pakîstanê nerehete.

Usa jî faktorên êkonomîkî hene, yên mînanî dîvêrsîfîkasîya kirîn-frotana di navbera Hindistanê û Avropayêda.

Sala 2022 a Hindistanê bahê mîlyard nîvek dolarî sîlih firotine. Tiştekî femdarîye wekî Ermenîstan bikirçîya mezin nîne, lê 500 mîlyon dolar jî badîhewa nîne.

Peymanên di navbera Yêrêvanê û Nyû Dêlîyêda meriv dikare çawa yên açix hesabke.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button