H’emû nûçeSereke
Li gorî melûmetîyên pêşda stendî, Adirbêcanê derheqa beşdarbûna xweye li pêşbirika Avropayêye giranîbilindkirinê îzbat kirîye, ya ku wê li Yêrêvanê pêk bê
Li gorî melûmetîyên pêşda stendî, koma Adirbêcanê derheqa beşdarbûna xweye li pêşbirika Avropayêye giranîbilindkirinê îzbat kirîye, ya ku wê li Yêrêvanê pêk bê.
Li gorî ragîhandina Armênprêssê, derheqa wê yekêda cîgirê wezîrê Ermenîstanêyî çandê û sportê Karên Gîloyan gotîye.
“Hetanî niha Adirbêcanê derheqa beşdarbûna xweda îzbat kirîye, lê ev yek hê birîyara dawî nîne.Dawîya vê mehê fêdêrasîyonên welatên beşdar gerekê pera derbazî ser hesabê fêdêrasîyona Avropayê bikin.Dêmek beşdarbûna koma Adirbêcanê wê wî çaxî îzbatbe, dema ku ew hemû gavên qirarkirî biavêjin”,- Karên Gîloyan daye zelalkirinê.
Em bîr bînin, wekî ji 15 a hetanî 23 ê nîsanê li komplêksa sportêye ser navê Karên Dêmîrçyan wê pêşbirka Avropayêye giranîbilindkirinê pêk bê.