H’emû nûçeSereke

Adirbêcanê hetanî niha mandata aşîtîparêzên rûs îzbat nekirîye, bersiva hevkarên rûs hewaskare: serokê parlamêntê

Qezîya opêrasîyonên leşkerî heye û ew li ser dereca bilinde, lê ew yek wê nerastbe, ku bêjin wekî şuxulkarîya aşîtîyê ketîye nava hesarê, çimkî ew cîda nesekinîye.Derheqa wê yekêda serokê parlamêntê Alên Sîmonyan gotîye rojnamevana.

“Gotina derheqa wê yekêda wekî hevraxeberdan ketine nava hesarê, fikira neraste”,- Sîmonyan gotîye.

Bi axaftina derheqa elametîya wekîla wezîreta Rûsîyayêye karên der Marîya Zaxarovayê, wekî Rûsîya elametîyên serokatîya Ermenîstanê, yên derheqa wê yekêda çawa berdewama hevraxeberdanên li Prahayê hesab dike û ew yek li ser wujdanên serokatîya Ermenîstanêye ku yazîya Qerbagê dimîne ser cabdarîya welatên sêemîn, Alên Sîmonyan gotîye:

“Hetanî roja îroyîn pêşnîyarên ji alîyê rûsada kirî hatine qebûlkirinê û pirsgirêk nava qayîlnebûna Adirbêcanêdane.Wezîreta Rûsîyayêye karên der gerekê guhdarîyê bide ser bersiva Adirbêcanê, çimkî Ermenîstanê her dem qayîlîya xwe daye pêşnîyarên alîyê rûsî.Mixabin, Marîya Zaxarova derheqa bersiva Adirbêcanêda nabêje”.

Serokê parlamêntê gotîye wekî Rûsîyayê jî elametîya sala 2020 î îmze kirîye û bi wê yekê jî garantîya ewlehkarîya Arsaxê hildaye ser xwe.

“Bona çi Rûsîyayê wî çaxî ew dokûmênt îmze kir û aşîtîparêzên rûs bona çi li wirin? Em bînin ber çevê xwe li wir aşîtîparêzên Çînistanêne, lê cabdarî Rûsîyayê hildaye ser xwe û em dibêjin ku tiştên usa bûye. Ew zona ya cabdarîya aşîtîparêzên Rûsîyayêye. Li gorî elametîya sala 2020 î, aşîtîparêzên rûs li wirin û me ew yek îzbat kirîye, lê Adirbêcanê hetanî roja îroyîn ew dokûmênt îmze nekirîye. Bona me jî hewaskare ku  em derheqa  bersiva alîyê rûsada bizanibin ku ew çawa difikirin wekî hetanî niha mandata aşîtîparêzên rûs ji alîyê Adirbêcanêda nehatîye îzbatkirinê. Bona çi hetanî niha bersiva wê yekê tune?”,- Alên Sîmonyan gotîye.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button