H’emû nûçeSereke

Ararat Mîrzoyan careke mayîn derheqa pêwîstîya şandina mîsîya navneteweyî ya li korîdora Laçînê gotîye

Serokatîya Adirbêcanêye leşkerî-sîyasî paqijkirinên êtnîkî amade dike.Derheqa wê yekêda wezîrê Ermenîstanêyî karên der Ararat Mîrzoyan wextê prêss-konfêransa tevayî, ya tevî wezîrê Rûsîyayêyî karên der Sêrgêy Lavrov, gotîye.

“Seredana min nava qewilên dorgirtina korîdora Laçînê, halê sertî li Qafqasîya Başûr pêk tê, yê ku  îdî ji sê meha zêdetire”,- wezîr gotîye.Ewî bîr anîye wekî 22 ê sibatê mehkema navneteweyî Adirbêcan daye borcdarkirinê ku rîya Laçînê bide vekirinê. Mîrzoyan serda zêde kirîye wekî dorgirtina korîdora Laçînê kirina tek- tenê nîne ku Adirbêcan borcdarîyên xwe diteribîne.Ewî usa jî derheqa dîvêrsîya 5 ê adarêda xeberdaye, wextê kîjanê sê xebatkarên polîsîyayê hatine kuştinê.

Bi gotina wî, cêrge bûyarên başqe jî hene. Adirbêcanê gundên Qerebagê okûpasîya kirine, dîlên ermenîye leşkerî li cem xwe xweyî dike, dorgirtina korîdora Laçînê berdewam dike, agirbestê diteribîne, xebatkarên polîsîyayê û binelîyên edil dikuje.

“Em hêvîdarin, ku emê nava wê pirsêda tevî Rûsîyayê hevkarîyê bikin”,- wezîr gotîye.

Ewî bîr anîye wekî Adirbêcan dîsa okûpasîyakirina axa Ermenîstana serbixwe berdewam dike. Serokatîya Adirbêcanê jî çev berdaye temamîya axa Ermenîstanê. Mîrzoyan daye dîyarkirinê, wekî tenê bi rîya hevraxeberdana dikarin bighîjine helkirina pirsê.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button