H’emû nûçeSereke

Azêrîyê ku xwe çawa êkoaktîvîst raber dike gefa li ermenîya duxwe: Marûkyan guhdarîya civaka navneteweyî teglîf dike /vîdêyo/

Li rex elametîyên serokê Adirbêcanê Îlham Elîyêv, yên derheqa wê  yekêda ku Adirbêcan amadeye nava doranên qaûndarîyêda maf û ewlehkarîya ermenîyên Qerebagê çareserke, wa gotî “êkoaktîvîstên” ku korîdora Laçînê girtine, eşkere gefa li ermenîya dixun.

Malperên sosîyalîda vîdêyo belav bûye, kîjanêda wa gotî êkoaktîvîstekî derew eşkere gefa duxwe ku wê ermenîya bikuje.

“Emê zûtirekê cejina Newrozêda li vir ermenîkî serjêkin û xwîna wî nava kivavada zêdekin”,- bi kenê sivik wa gotî “êkoaktîvîstê” azêrî dibêje, lê yên dor-berên wî jî şa dibin û dikenin.

Baylozê Ermenîstanêyî pirsên mexsûs Êdmon Marûkyan derheqa wê vîdoyêda nivîsîye. “Bona rêjîma xwînmij û piştgirên wê, tenê krîzeya 120 000 binelîyên Qerebagê bes nîne. Niha wa gotî  “êkoaktîvstên” derew gefa li ermenîya dixun ku ewê wana bikujin û xwîna wan vexun. Em sedsala 21 ê nin.Gelo  dor-berên me dinîya sîvîl heye yan na?”,- Marûkyan Twittere da nivîsîye.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button