H’emû nûçeSereke

Hevtîya tê Alên Sîmonyanê bi seredana xebatêva here Almanîyayê

Serokê parlamênta Ermenîstanê Alên Sîmonyan dêlêgasîya bi serkarîya cîgira koma dostîyê, ya Bûndêstaga Almanîyayê Tabêya Ryosnêrê qebûl kirîye.

Alên Sîmonyan daye dîyarkirinê, wekî hevtîya tê ewê bi seredana xebatêva li Almanîyayêbe.Ewî gotîye, wekî nava cêrga welatên Yekîtîya Avropayêda, Almanîya hevkara Ermenîstanêye kirîn-frotanêye mezine û pêra jî girîngî daye rojeva piştgirîya Almanîyayê.

Wextê hevdîtinê  pirsên herêmî û ewlehkarîyê hatine gotûbêjkirinê.

Xêncî wan pirsa usa jî pirsgirêkên rûyê krîzeya Laçînêda û usa jî yên rûyê şerê 44 rojeda pêşdahatî, hatine gotûbêjkirinê.

Serokê parlamêntê bona mîsîya Yekîtîya Avropayê ya dîtindarîyêye li Ermenîstanê razalixî elam kirîye û bi hêvîdarî gotîye, wekî  mîsîyayê rola xwe nava karê aşîtî û ewlehkarîya herêmêda bilîze.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button