“Mixabin, nava elametîya sêalîda tu xaleke usa tune ku Adirbêcanê neteribandîye”: Mîrzoyan gotîye Lavrov
Li Moskvayê hevdîtina wezîrên Ermenîstanê û Rûsîyayêye karên der Ararat Mîrzoyan û Sêrgêy Lavrov pêk hatîye.
Nava axaftina xweye vekirinêda Ararat Mîrzoyan gotîye: “ Rûyê agrêsîvbûna Adirbêcanê û provokasîyayên leşkerîda hal ne tenê li Qerebagê lê usa jî hindava Ermenîstanê sert dibe. Ew ne tenê elametîya sêalî diteribînin, lê pêra jî dicedînin li Qerebagê paqijkirinên êtnîkî mîyaserkin.
Mixabin, nava elametîya sêalîda xaleke usa tune ku Adirbêcanê neteribandîye: teribandina rêjîma agirbestê, okûpasîya axa Ermenîstanê, bi neqanûnî girtina korîdora Laçînê, xweykirina dîlên leşkerî, teribandina prosêsa vekirina rîya. Adirbêcan bi provokasîyayên xwe xweykirina aşîtî û ewlehkarîya li herêmê diteribîne. Nava vê hemtêkstêda gavên tifaqdarên Ermenîstanê pêwîstin bona ku Adirbêcan borcdarîyên xwe biqedîne û pêşîya gefxwerinên wê bêne girtinê”.