H’emû nûçeSereke

Nava hevraxeberdanên bona peymana aşîtîyê rola hîmlî li ser Rûsîyayêye: Alên Sîmonyan

Nava hevraxeberdanên  bona peymana aşîtîyê rola hîmlî li ser Rûsîyayêye. Derheqa wê yekêda, wextê qisa tevî rojnamevana, serokê parlamênta Ermenîstanê Alên Sîmonyan gotîye.

“Ji hemû cîhya jî navçîgarî heye, bi kanalên cuda-cuda pirsên cuda tên gotûbêjkirinê.Hinek pirs hene wekî serokatîya Arsaxê beşdarî wê prosêsê dibe, gilî derheqa pirsên Arsaxêdane. Pêşnîyarên bona peymana aşîtîyê bi kanalên cuda tên pevguhartinê, lê rîya hîmlî bi rîya alîyê rûsî tê pevguhartinê.Rola hîmlî dîsa li ser Rûsîyayêye, lê înîsîyatîva ji alîyê Ştatên Yekbûyî û Fransîyayê jî heye”,- Alên Sîmonyan gotîye.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button