H’emû nûçeSereke
Nîkol Paşînyan, girêdayî cejina Newrozêra, dîyaspora kurdên Ermenîstanê pîroz kirîye
Serokwezîrê Ermenîstanê Nîkol Paşînyan, girêdayî cejina Newrozêra, dîyaspora, kurdên Ermenîstanê pîroz kirîye. Li gorî ragîhandina Armênprêssê, nava pîrozbahîyêda hatîye gotinê:
“Ez bi germahî wekîlên dîyaspora kurdaye li Ermenîstanê, girêdayî cejina Newrozêra, pîroz dikim.
Ev cejina bedew, ya ku sîmvola hişyarbûna tebyetê û sala nûye, bi hêvîdarîyên nû, bi jîyana nû û açixîyava tijîye.
Bila sala nû bibe sala serkevftinê, îzbatbûna aşîtîyê û gulvedanê.
Dîyaspora kurdên Ermenîstanêra ez saxlemîyê, hêvîyê û bawarîyê,pêşkeftinê û pêşeroja baş dixwezim.
Newroz pîrozbe”.