H’emû nûçeSereke
Serokê parlamêntê derheqa seredana sêkrêtarê Organîzeya Peymana Ewlehkarîya Kolêktîvda xeberdaye
Serokê parlamêntê Alên Sîmonyan çawa bersiva pirsa derheqa seredana sêkrêtarê Organîzeya Peymana Ewlehkarîya Kolêktîvda gotîye: “Hatîye, hatîye, ez dixwezim bizanibin ku bi hatina wî çi hate guhartinê?”.
Sîmonyan bîr anîye, wekî organîze wan gava navêje çi ku gerekê ew bike. Ewî serda zêde kirîye wekî piştî seredana wan Adirbêcan dîsa gavên agrêsîv diavêje. “Ji alîyê sîyasîda ew hat û çû. Bila bên û herin, lê pirs nayê helkirinê. Me ew yek gelek cara dîtîye, dema ku tên-diçin û piştî wê yekê tiştek diqewime”,-Sîmonyan gotîye.