H’emû nûçeSereke

Heger Bekû bicêribîne opêrasîyona leşkerî li ser sînorê Ermenîstanê û Îranê destpêke, Îranê beşdarî wê proseyê bibe: îranzan

Îranzan Garîk Mîsakyan nava axaftina xweda gotîye, wekî kanalên têlêgramê, yên ku Îranêva girêdayîne vîdêyo raber kirine, kîjanada dîyare ku têknîka azêrîyaye leşkerî çi cûreyî nêzîkî sînorên Ermenîstanê dibe.

“Van axirîya nava çapemenîya îranîda gelek înformasîya derheqa elametîyên Adirbêcanêda tên belavkirinê.Alîyê Îranê her dem derheqa xetên xweye zûva daye dîyarkirinê û niha jî wê yekê dide kifşê.Nerihetîya Îranêye hîmlî hema beşa sînorê Ermenîstanê û Îranêva girêdayîye, kîjanê azêrî çawa “Sivdera Zangêzûrê” nav dikin.Îran dibêje heger gavên wî cûreyî bêne avîtinê, Îranê dijî wê yekê derkeve”,-îranzan gotîye.

“Îran welatekî usaye ya ku sîyaseta sar mîyaser dike û gelekî dijware ku Îranê kaşî nava dew û doza wededirêj bikin. Ji alîkî mayînva jî Adirbêcan nava halê îroyînda çetin bikaribe bona Îranê pirsgirêka çêke. Ez nafikirim wekî Adirbêcan bikaribe dijî Îranê opêrasîyona berfireh mîyaserke”,-ewî gotîye.

Çawa bersiva wê pirsê, ku qezîya êskalasîyayê bi çiqasîva nêzîkî rastîyêye û heger êskalasîya li ser sînorê ermenîya-azêrîya hebe, Îranê gavên çi cûreyî biavêje, Garîk Mîsakayan gotîye: “Heger Adirbêcan bicêribîne li ser beşa sînorê ermenîya-îranîya opêrasîyonê destpêke, bi fikira min  Îranê beşdarî vê proseyê bibe”.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button