H’emû nûçeSereke

Zîyana nêzîkî 100 mîlyon dolarî gihîştîye êkonomîkayê: raporta parêzerê Arsaxêyî mafên mêriv

Parêzerê Arsaxêyî mafên mêriv raport bi sê zimana belav kirîye, ya derheqa teribandinên mafên mêrivda, yên ku ji alîyê Adirbêcanêda bi girtina korîdora Laçînê hatine kirinê.

Raportêda hatîye dîyarkirinê, wekî krîzeya hûmanîtarî li Arsaxê kûr dibe, çimkî bi wî cûreyî dijî cimeta Arsaxê sîyaseta komkujîyê tê mîyaserkirinê. Dokûmêntêda 24 wêne û 27 serhatî derheqa dorgirtinêda hatine raberkirinê.

Usa jî hatîye gotinê, wekî xêncî wê yekê Adirbêcan li ser Arsaxê gazê û ênêrgîya  êlêktrîkî bi zanebûn dide birînê.Bi wî cûreyî bi fîzîkî û bi pisîxolocî jî cimetê didine tirsandinê.

Nava 100 rojên dorgirtinêda çûyîn-hatin hatîye sînorkirinê, barên bona cimetê pêwîst neçûne Arsaxê, rûyê dorgirtinêda gelek meriv nikaribûne paşda vegerine malên xwe.

Zîyana 190 mîlyon dorlarî gihîştîye êkonomîka welêt.

Mafê cimeta Arsaxê û kirinên azêrîyaye dijî ermenîya û gefxwerinên wan hîm çê kirine ku ji alîyê civaka navneteweyîda bona parastinê û naskirinê gav bêne avîtinê.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button