H’emû nûçeSereke

Hevkarên ereb hatine ser wê fikirê wekî ev dew û doz ayîna dînva girêdayî nîne: Mîrzoyan

Van axirîya desthilatdarîya Adirbêcanê dicêribîne dew û dozê ayîna dînva bide girêdanê, lê  bona alîyê ermenî mecal hebû ku li ber hevkarên ereb wê yekê raberke ku li Qerebagê û usa jî dora axa Ermenîstana serbixwe çi diqewime û ew yek ayîna dînva girêdayî nîne. Derheqa wê yekêda wezîrê Ermenîstanêyî karên der Ararat Mîrzoyan li parlamêntê gotîye, dema ku ewî derheqa beşdarbûna xweda, ya li civîna lîga welatên ereba xeberdaye.

“Serbara serda, wan roja li wir pêşengeha kitêbên îslamîye kevinar hate vekirinê, yên ku li Matênadaranê tên xweykirinê û wana bi çevên xwe dîtin, wekî Ermenîstan qedirê hemû dîyaneta û kûltûra digre”,-Mîrzoyan gotîye.

Bi gotina wezîrê karên der, seredana li Misirê mecalek bû ku alîyê ermenî derheqa bûyarên li herêmê û tabîya ermenîda raberke.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button