H’emû nûçeSereke

Komsîya Şêwira Avropayêye parlamêntîyê bang dike ku lez korîdora Laçînê bidine vekirinê

Komîsîya Şêwira Avropayêye parlamêntîyê û usa jî ya pirsên mafên mêriv elametî girêdayî girtina korîdora Laçînêra belav kirîye. Derheqa wê yekêda endamê dêlêgasîya Ermenîstanê Vladîmîr Vardanyan gotîye û têksta elametîyê belav kirîye.

“Komîsîya Şêwira Avropayêye parlamêntîyê û ya pirsên mafên mêriv rûyê girtina korîdora Laçînêda, rûyê çi krîzeya hûmanîtarî kûr dibe, gelekî nerihete.

Korîdora Laçînê rîya tek-tenêye ya ku binelîyên Qerebagê Ermenîstanêva dide girêdanê.

Komsîya piştgirîya raportkirên monîtorîngê dike, ya 24 ê sibatê, bi kîjanê hatîye bangkirinê, ku korîdora Laçînê lez bidine vekirinê.

Komsîya usa jî bangî desthilatdarîya Adirbêcanê dike ku Adirbêcan borcdare  birîya mehkema navneteweyî  mîyaserke, bi kîjanê tê gotinê, wekî Adirbêcan borcdare çûyîn-hatina bi korîdora Laçînê bide çareserkirinê.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button