H’emû nûçeSereke

Tiştê ku li Talîşê qewimî, belgeyeke duristîya sîyaseta qirkirinê ya ji alîyê Adirbêcanêda îzbatîye: serokwezîr

Adirbêcan roja dorgirtina korîdora Laçînêye 100 emînda  bi 13 emîn rawestana gaza xwezayî ya Qerebaxê re derbas bû. Li gorî nûçeya “Armenprêss”ê, derheqa wê yekêda serokwezîrê Ermenîstanê Nîkol Paşînyan li civîna  hukumetêye bi sirê ev yek ragîhand.

 “Pêşî axaftina  serokê Adirbêcanêye li gundê Talîşê, dijware ku meriv wek tiştek din bi nav bike.

Tiştê ku li gundê Talîşê qewimî, delîleke bingehîn û saxleme ji bo sîyaseta qirkirina êtnîkî  ya ku ji alîyê Adirbêcanêda tê meşandin.

Li wî gundê ku di encamê şerê 44 rojeda hatîye valakirin, Adirbêcan  malên ermenîyan hildiweşîne û li dewsa wan mala ji bo  azêrîya ava dike. Tiştê ku ev demeke dirêje em hişyar dikin ji xwe rastîyeke”,-Paşînyan got.

Bi gotina  serokwezîr, serkarîya Adirbêcanê bi cûrê xwe ya garantîkirina maf û ewlehîya ermenîyên Qerebaxa Çîya yan jî “întêgrasyonê” bi hilweşandina malên ermenîya, avakirina  malên ji bo aêzrîya, rakirina nivîsên ermenî ji ser kevira, pirsgirêkê çareserkirî hesab dike.

 “Ev kirin neqanûnîne û bi awayekî eşkere berovajî xala 9 emîn ya daxuyanîya sêalî ya 9 ê mijdara  sala 2020  ne, ku têda  bîr bînim, wiha tê gotin: “Kesên ji cîhîwarkirî û penaber di bin çavdêrîya komîsya bilind ya  Organîzeya Netewêyên Yekbûyîda vedigerin xaka Qerebagê û herêmên cînar”.

Ev  dide kifşê ku  18 ê adarê bi vegera gelê ermenî bo Talîşê gerekê bihata nîşankirin, ne bi wêrankirina malên wan”,

Bi gotina serokwezîr, piştî van kiryarên seroketîya Adirbêcanê, hemwelatîyên me yên ku ji Qerebaxa Çîya û navçeyên cînar koçber bûne, ji serokên welatên ku elametîya sêalî ya 9 ê mijdara  sala 2020 î îmze kirine, daxwaz dikin. Ji komîsîya  Organîzeya Neteweyên Yekbûyî daxwez dikin ku vegereke ewle û bi rûmet bo xakên xwe yên dîrokî û wargehên berê mîsoger bike, li gorî erkên ku di elametîya sêalî ya 9 ê mijdara 2020 î de, mirovahîye rast hilgirtîye ser xwe.

 “Ez wek yek ji muxatabên vê daxuyanîya navborî, dixwazim bi zelalî tekez bikim ku ez vê daxwaza navborî adil dibînim û divê hukumeta Komara Ermenîstanê ji bo parastina mafên  hemû tedbîrên sîyasî û dîplomatîk bigire”,- Paşînyan wah got.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button