H’emû nûçeSereke

Serokwezîr bersiva wê têza feş daye,  kîjanê Adirbêcan belav dike

Nîkol Paşînyanê serokwezîr bersiva wê têza feş daye, kîjanê Adirbêcan belav dike û dibêje ku Ermenîstan welatê monoêtnîke û giva li Ermenîstanê netewên biçûk tunene.

“Berî her tiştî ew  dikevine nava pirsên Ermenîstanêye hundur û usa jî bêjim wekî li Ermenîstanê ne tenê netewên  kêmjimar hene, lê ew pêra jî li parlamênta Ermenîstanê raberkirîne, mandantên wan hene û ew yek li gorî konstîtûsîyayêye. Niha li parlamênta Ermenîstanê çar parlamêntvanên ji netewên biçûk hene.

Heger ew yek usa nîne ku Adirbêcan dikeve nava îşê Ermenîstanêyî hundur, em jî dikarin bêjin wekî li Adirbêcanê ne tenê peyî çapemenîyê dikevin, lê peyî opozîsîyayê û usa jî wekîlên netewên biçûk dikevin.Çapemenîya navneteweyîda gelek înformasîyayên derheqa kuştinên rêberên netewên biçûk, girtina wanda hene. Hema derheqa wan bûyarada şede gilî dikin.Baştire Adirbêcan li Miclîsa xweda cî bide netewên kêmjimar û ew yek jî bi konstîtûsîyayê bê qebûlkirinê. Diqewime bona rastkirina hal hema gava wêye ewlin gerekê evbe”,-wextê civîna hukumatê serokwezîr gotîye.

Bi tomerîkirina axaftina xwe, serokwezîr gotîye wekî peymana aşîtîyê wê hebe û ewê li ser bingeha dokûmêntên hetanî roja îroyîn destanî bê îmzekirinê.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button