H’emû nûçeSereke

Adirbêcanê helkirina pirsgirêka Qerebagê ya ji alîyê rûsada pêşnîyarkirî înkar kirîye: wezîrê Ermenîstanêyî karên der

Cûrê helkirina pirsa Qerebagê, ya ji alîyê rûsada pêşnîyarkirî, ji alîyê Adirbêcanêda hatîye înkarkirinê. Derheqa wê yekêda wextê civîna komîsîya parlamêntêye pêwandîyên der, wezîrê Ermenîstanêyî karên der Ararat Mîrzoyan gotîye.

“Gotinên derheqa wê yekêda wekî Rûsîyayê helkirina pirsa Qerebagê bi cûrê xwe pêşnîyar kirîye û gotîye wekî pirsa statûsa Qerebagê  bihêlin bona pêşerojê, lê Rojava jî dibêje Qerebagê nava Adirbêcanêda bihêlin, ewqasî jî ne anegoîr rastîyêne”,-wezîr gotîye.

Bi gotina wî, pêşnîyara rûsa ya ku têra dibîne pirsê bidine paşdaêxistinê, êmekî hatîye gotûbêjkirinê, lê ew yek ji alîyê Adirbêcanêda hatîye înkarkirinê.

“Niha alî bi hevra dora cûrekî diaxivin, bi kîjanê têra tê dîtinê, mêxanîzmên navneteweyî sazkin, yên bona helkirina pirsên ewlehkarî û mafên cimeta Qerebagê”,- wezîrê karên der gotîye.

Bi gotina wî, xebitandina wan mêxnîzma gerekê bi dîyaloga di navbera alîyê qerebagîya-azêrîyada pêk bê.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button