H’emû nûçeSereke

Adirbêcanê xeta pêşin ya bi elametîya sêalî îzbatkirî teribandîye û pêşda hatîye

Hêzên Adirbêcanêye sîlihkirî careke  mayîn borcdarîyên li gorî elametîya 9 ê mijdara sala 2020 î pêpes kirine û 25 ê adarê xeta pêşin teribandine û li Komara Arsaxê pêşda hatine.

Armênprêssê ragîhandîye, wekî ştaba Arsaxêye înformasîyon derheqa vê yekêda elametî belav kirîye.

 “Desthilatdarîya Komara Arsaxê derheqa teribandina elametîya sêalîda elamî fermandarîya hêzên Rûsîyayêye aşîtîparêz kirîye. Desthilatdarîya Arsaxê hêvîdare wekî ji alîyê hêzên aşîtîparêzda wê gavên praktîk bên avîtinê”,- nava elametîyêda hatîye gotinê.

Zêdetir nîşan bide
Herwiha kontr’ol bike
Close
Back to top button