H’emû nûçeSereke

Elîyêv bidine sekinandinê, heger usa nebe ew û Erdogan wê rojekê we jî bixun

Şêwirmendê wezîrê Arasaxêyî dewletê Artak Bêglaryan rûpelê xweyî  facebook da nivîsîye:

“Dorgirtina Arsaxê ew encamê cezanekirina dagirkirina Parûxê û Karaglûxêye.Roja îroyîn yeksalîya ji alîyê Adirbêcanêda dagirkirina  Parûxê û Karaglûxêye.

Ew yek agrêsîya rêjîma Elîyêv bû û bi wê yekê teribandina peymana sêalî hatîye kirinê, rûyê çida zîyana meriva û axê heye.

Nenihêrî wê yekê wekî civaka navneteweyî, nava wanda usa jî alîyê rûsa bang kir ku paşda vegerine  ser xeta  li gorî elametîya 9 ê mijdarê, Adirbêdcanê ew bang hesab hilnedan û desa wê yekê tabîyênê xwe dane qewînkirinê. Bi girtina çevaye li ser vê yekê, civaka navneteweyî careke mayîn eşaretî daye Adirbêcanê ku ew dikarin xirabkarîyên nû mîyaserkin.

Elîyêv bi xirabkarîyên xwe bersiva civaka navneteweyî dicêribîne li ber rexkirina ber xwe dide, hinek wede bêdeng dimîne û paşê diha agrêsîv xirabkarîya dike û bi wî cûreyî xetên sor kontrol dike.

Hetanî ku rêjîma Elîyêv bona teribandina xetên sor û xirabkarîya neyên cezakirinê, ewê tu cara nesekinin û ewê bicêribînin gav bi gav meremê xwe mîyaserkin. Elîyêv bidine sekinandinê û heger usa nebe ew  û Êrdogan wê we jî bixun,-Artak Bêglaryan gotîye.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button