H’emû nûçeSereke

Sêkrêtarê NATO ê yî berê derheqa qezîya paqijkirinên êtnîkîye li Arsaxê eşaretî daye

Bi teribandina elametîya 9 ê mijdara sala 2020 î, Adirbêcan li Qerebagê krîzeya hûmanîtarî pêşda tîne û careke mayîn gefa li Ermenstanê duxwe.Fikira vî cûreyî sêkrêtarê NATO ê yî berê Andêrs Fog Rasmûsên elam kirîye, yê ku miqaleke berfireh belav kirîye, kîjanêda derheqa dew û doza ermenîya-azêrîya, pirsgirêka Qerebagê û bûyarên li herêmê nivîsîye.

 “Ji ber ku Rûsîya nikare yan naxwaze alîkarîyê bike, Yekîtîya Avropaye  gereke roleke girîng di parastina aştî û aramîya li Qafqasîya Başûr  bigire ser xwe.Hemû bala me bi awayekî rast li ser şerê Rûsyayê yê li Ûkraynayêye. Lê ew ne hincete ku em guh nedin qeyranek din ya ku li ber derîyê Avropaye çê dibe”,-Rasmûsên daye kifşê.

Li gorî sêkrêtarê giştî yê berê yê NATO yê, rageşîya di navbera Ermenîstanê û Adirbêcanê da dîsa zêde dibe û ev jî îhtîmala şerekî nû zêdetir dike.

 “Hevtîya borî ez çûme korîdora Laçînê, ku rêya yekaneye ku nifûsa ermenî ya Qerebaxa Çîya bi Ermenîstanê û cîhana derve ve girêdide.Ji kanûnê û virva bi hinceta protêstokirina hawirdorê, azêrîya korîdor girtine. Ew pêvajo bi piştgirîya eşkere ya rejîma Bakûyê pêk tê.

“Amnesty International” hişyarîyê dide ku ji ber ku “xwepêşander hemî veguhestina sivîl û bazirganî ya ji bo Qerebaxê asteng dikin, dora 120 000 ermenîyên êtnîkî ji mal û karûbarên bingehîn bêparin, di navda dermanên girîng û lênihêrîna bijîşkî”,-Rasmûsên gotîye.

Sêkrêtarê giştî yê berê yê NATO yê bi bîr xist ku bi ragîhandina agirbesta di navbera Ermenîstanê û Adirbêcanêda ku şerê Qerebaga Çîya ya sala 2020 an bi dawî anî, Adirbêcanê xwe spartibû ku tevgera azad ya bi rê pêk bîne.

 “Bi qebûlkirina wê yekê ku Adirbêcan bi redkirina rakirina dorpêçê erkên xwe binpê dike, dîwana edaletê ya navdewletî ya Netewên Yekbûyî di 22 ê sibatê de biryarek derxist û ji Adirbêcanê xwest ku ji bo rakirina dorpêça korîdorê hemû gavên pêwîst bavêje. Lê mehek derbas bû û tiştek neguherî. Hêzên aştîyê yên Rûsyayê yên li ser korîdora ku dirêjaya rêyê biparêzin jî bêçalak bûn.

Heger Avropa û hemû civaka navneteweyî ji bo rakirina dorpêçê zextê li Adirbêcanê nekin, krîzaya mirovî ya heyî dikare bibe karesateke mirovî”,-Rasmûsên daye kifşê.

Li gorî sêkrêtarê giştî yê berê yê NATO yê, Adirbêcan ji bo “xeniqandina” Qerebaxa Çîya bi bloke û tedbîrên din bikar tîne.

 “Gelek caran destûr nayê dayîn ku niştecî vegerin malên xwe, gaz û êlêktrîk bi rêkûpêk bêyî hişyarî û ravekirin têne qutkirin. Armanc ji van hemûyan bi awayekî eşkere ewe ku jîyana gelê ermenî bi qasî ku pêkan tevlîhev bike û metirsîyek cidî ya paqijkirina êtnîkî ya nêzîk heye. Divê em çavên xwe ji tiştên ku li wir diqewimin negirin”,- Rasmûsên tekez kir.

Li gorî sêkrêtarê giştî yê berê yê NATO yê, ji alîyê xwe ve, rêjîma azêrî li ser kêmkirina bandorên dorpêçê û heta hebûna wê berdewamin.

Rasmûsên şandina şandeyeke lêkolîna rastîyan ji bo korîdora Laçîn ya di bin bandora Neteweyên Yekbûyî yan jî Rêxistina Ewlekarî û Hevkarîyê ya Avropayê de weke karekî pêşîn dibîne.

 “Adirbêcan jî red dike ku derfetê bide çavdêrên navneteweyî ku rewşê binirxînin.

Ji ber vê yekê, erka bingehîn ya civaka navneteweyî şandina mîsyoneke şopandina rastîyan di bin çavdêrîya Neteweyên Yekbûyî yan rêxistina ewlekarî û Hevkarîyê li Avropayêda ye. Divê em eşkere bikin ku eger serokkomarê Adirbêcanê Îlham Elîyêv guh nede biryara mecbûrî ya dadgeha navneteweyî dê rastî encamên wê were.

Şerê Qerebaxê yê  sala 2020 î eşkere kir ku Adirbêcanê bi saya çekên ku ji Rûsyayê, Tirkîyayê û Îsrayêlê distîne, li hember Ermenîstanê xwedî avantajeke leşkerî ya girînge. Ev rastî  îlona sala borî de hat piştrastkirin, dema ku Adirbêcanê herêmên li Ermenîstanê bi xwe, di nav wan de cihên stratêjîk yên li nêzîkî bajarê Cêrmûkê, piştî tenê du rojan ji nûbûna şer bi dest xist.

Tevî ku Ermenîstan endamê rêxistina Peymana Ewlekarîya Kolêktîv dimîne, ku hevalbendek herêmî ye ku Rûsyayê bi pênc dewletên Sovyêta berê ve girêdide, dema ku Ermenîstanê ji bo êrîşek li ser axa xwe ya serwerî alîkarî xwest, piştgirî tune bû. Ew bêhêz û tenê ma.

Ya xerabtir ewe ku Adirbêcan leşkerên xwe di nav axa Ermenîstanê de hiştin û nexwest ku dîlên ermenî yên şer vegerîne. Ji ber ku muzakereyên aşîtîyê ketine xetimînê, nîşanên eşkere hene ku Adirbaycan bawer dike ku ji danûstandinên aştîyê zêdetir dikare bi rêyên leşkerî bi dest bixe”,-Rasmûsên destnîşan kir.

Li gorî sêkrêtarê giştî yê berê yê NATO yê, ji nûva destpêkirina êrîşa Adirbêcanê li ser Ermenîstanê di mehên pêşde nayê îhtîmalkirin

 “Ji ber ku garantorê kevneşopî yê ewlekarîya Ermenistanê, Rûsyayê, nikare yan naxwaze alîkarîyê bike, divê Yekîtîya Avropayê di parastina aştî û aramîya herêmê de rolek girîngtir bilîze. Hem serokê konseya Avropî Şarl Mîşêl û hem jî serokê Fransîyê Êmanûêl Makron ev yek nas kirin û sermayek girîng ya sîyasî di vê mijarê de razandine.

Piştî destpêkirina şerê di meha îlonê de, Yekîtîya Avropayê şandeke sivîl şand Ermenîstanê da ku çavdêrîya sînorê Adirbêcanê bike. Lê hê gelek tişt hene ku bikin. Mîsyona Yekîtîya Avropayê, ku niha tenê li ser xaka Ermenîstanê ye, divê bi lez bê berfirehkirin û li seranserê sînorê Ermenîstan-Adirbêcanê bigire. Divê rêberên Avropî zextê li hukumeta Elîyêv bikin ku rê bide pêrsonelên Yekîtîya Avropî derbasî Adirbêcanê bibin.

Bê guman, mîsyona bêçek ya Yekîtîya Avropayê dê nikaribe opêrasîyonên leşkerî rawestîne, lê zêdebûna hebûna çavdêran dê zextek zêde li ser Airbêcanê bike, lewra ew welat danûstandinan ji rûbirûbûna leşkerî tercîh dike”.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button