Cêribandinên Adirbêcanêye bona fetisandina Arsaxê bi temamî bi bêkarîya civaka navneteweyî tên raberkirinê

Cêribandinên Adirbêcanêye bona fetisandina Arsaxê bi temamî bi bêkarîya civaka navneteweyî tên raberkirinê. Derheqa wê yekêda şêwirmendê serokê Arsaxê, yê pirsên mexsûs Davît Babayan gotîye, dema ku ewî cêribandinên Adirbêcanêye pêşdahatina li beşa Stêpanakêrt-Lîsagorê şirove kirîye.
“Adirbêcan cêribandinên nû mîyaser dike bona ku careke mayîn binelîyên Arsaxê bike nava şokê, ku bona wan qewilên xirab sazkin. Ew kirinên Adirbêcanê teribandina elametîya 9 ê mijdara sala 2020 î ye û careke mayîn bi wê yekê derbê dighîne hêzên aşîtîparêz.Bi fikira min wede hatîye wekî Rûsîya û civaka navneteweyî gavên layîq biavêjin, hema qet na ji alîyê sîyasîda. Kirinên Adirbêcanê hemû norma diteribînin”,- Babayan gotîye.
Bi gotina Babayan dema ku li Arsaxê komkujî tê mîyaserkirinê, di navbera hinek welatên avropî û Adirbêcanêda pêwandîyên baş tên îzbatkirinê û ew welatên avropî qîmetîyên moralî werguhêzî biha kirine. Eve niha pirsgirêka dinîya sîvîlîzasîyone mezin. Babayan serda zêde kirîye wekî ew yek her dem jî hebûye, lê niha ew gihîştîye dereceke here xirab.







