H’emû nûçeSereke

Paşînyanê serokwezîr beşdarî vekirina civîna duemîn ya Dêmokratîyayê  bûye

Serokwezîr Nîkol Paşînyan îro beşdarî vekirina civîna duemîn, ya Dêmokratîyayê bûye.

Civîn bi înîsîyatîva serokê Ştatên Amêrîkayêye Yekbûyî Jo Baydênn, bi formata onlayn tê derbazkirinê.Derheqa wê yekêda ji hukumata Ermenîstanê  elamî “Armênprêss” ê kirine.

Beşdarî civîna duemîn bûne serokên ji 100 î  zêdetir welatan, usa jî nûnerên sazîyên sîvîl û sazîyên dêmokratîk yên navneteweyî. Civînêda welatên mêvandar bûne  Ştatên  Amêrîkayêye Yekbûyî, Kosta Rîka, Holandîya, Komarên Korêayê û Zambîyayê.

Civîn bi peyamên silavkirina rêberên van welatan dest pê kir. Sekrêtarê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî Antonîo Gûtêrêş jî  bi axaftina vekirinêva pêşda hatîye.

Di çarçoveya rojeva civînêda, nîqaşên panêlê yên mijarê têne plankirin,  sala 2021 ê  ji bo cîbicîkirina sozên yekemîn civîna bilind ya Dêmokrasîyê, li ser kêşeyên ku gefê li dêmokrasîyê dixwin û her weha li ser nirxên dêmokratîk, mîsogerkirina berpirsîyarîya rêveberîyê, serwerîya hiqûqê, parastina mafên mirovan, azadîya çapemenîyê, geşepêdana aborî ya berfireh û mijarên din.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button