H’emû nûçeSereke
Cîgirê wezîrê Rûsîyayêyî karên der derheqa amadebûna cîhwarkirina mîsîya Organîzeya Peymana Ewlehkarîya Kolêktîv, ya li ser sînorê ermenîya û azêrîya îzbatî kirîye

Organîzeya Peymana Ewlehkarîya Kolêktîv amadeye ku li ser sînorên ermenîya-azêrîya mîsîya xwe cîhwarke. Derheqa wê yekêda cîgirê wezîrê Rûsîyayêyî karên der Mîxayîl Galûzîn gotîye.
“Em ji alîyê xweda îzbat dikin ku em amadene ku li gorî berjewandîyên Ermenîtanê li ser sînorên ermenîya-azêrîya mîsîyayê mîyaserkin û usa jî progiramên piştgirîyêye mayîn pêk bînin. Ew yek nava projeya birîyara organîzeyêda hatîye dîyarkirinê.Em amadene vê xebatê ewqasîva mîyaserkin, çiqasî Ermenîstan bi xwe amadeye”,- cîgirê wezîrê Rûsîyayêyî karên der gotîye.







