H’emû nûçeSereke

Ermenîstan hindava pêvajoya edil ya tevî Adirbêcanê amin dimîne: axaftina Paşînyan, ya bo civîna Bo Dêmokrasîyê

Nîkol Paşînyanê serokwezîr wextê li civîna bi înîsîyatîva serokê Ştatên Amêrîkayêye Yekbûyî Co Baydên, ya ku onlayn pêk tê, bi axaftin pêşda hatîye.

 Li gorî ragîhandina “Armênprêss” ê, serokwezîrê Ermenîstanê gotîye:

“Birêz rêberên welata,

Bona min qedir û hurmete ji navê Komara Ermenîstanê wextê civîna duemîn, ya Bo Dêmokrasîyê biaxivim.

Nenihêrî bûyarên li dinîyayê û yên li herêmê, Ermenîstan  mîyaserkirina rojeva werguhastinên dêmokratîk berdewam dike.

Nava encamê wê yekêda welatê me tabîyên xwe li ser dikên hemcîhanî daye milahîmkirinê. Freedom House ê  Ermenîstan kirîye nava cêrga  welatên “azad”.Pêşkeftin usa jî nava îndêksa hemcîhanîda, ya prêssa azada heye, li kîderê Ermenîstan bi 12 xalava pêşda çûye. Sala derbazbûyî nava îndêksa dêmokrasîyayêda jî Ermenîstan bi 7 xala pêşda çûye.

Hukumata Ermenîstanê bona çêkirina êkonomîka kesk û şerkarîya dijî guhartina klîmayê berdewam dike.

Li rex qewînbûna înstîtûtên dêmokratîk, em  îlona sala 2022 a mecbûr bûn rastî agrêsîya  dijî  Komara Ermenîstanê bên, nava encamê çida beşeke axa Ermenîstana serbest ji alîyê Adirbêcanêda hate dagirkirinê.

Hê  meha îlonê jî me yekîtîya welatên dêmokratîk û şermezarkirina wan, ya  agrêsîya dijî Ermenîstanê texmîn kir.Ez dixwezim vê mecalê bidime xebatê û razîbûna xwe elamî Ştatên Amêrîkayêye Yekbûyî û hevkarên mayîn bikim, yên ku bi mecalên dîplomatîk alî me kirin ku dagirkirinên mayîn bidine sekinandinê.

Ermenîstan bi cûrê berk hemû teribandinên mafên mêriv şermezar dike û em gerekê bi hevra gelek tiştî bikin, ku pêşîya komkujîya, paqijkirinên êtnîkî û barbarîya bidine girtinê. Ew çi ku roja îroyîn li Qerebagê diqewime, girtina korîdora Laçînê ji alîyê Adirbêcanêda û krîzeya hûmanîtarîye rûyê wê yekêda pêşdahatî, cêribandina paqijkirinên ermenîyaye êtnîkîye. Em  li ser wê fikirêne wekî pêvajoya aşîtîyêye li herêmê gerekê berdewambe û aminaya hindava qîmetîyên dêmokratîk wê alî me bike ku em rîya berbi aşîtîyê bibînin.

Dêmokrasî xebata berdewame û emê dîsa borcdarîyên nû hildine ser xwe.

Ez hindava  qewata dêmokrasîyê bawarim, ya ji bo aşîtîyê, ji bo azadîyê û ji bo xweşbextîyê.

Spas”.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button