H’emû nûçeSereke

Ew yek dide kifşê, wekî Organîzeya Peymana Ewlehkarîya Kolêktîv jî dikare bikeve nava şêr: Tîgran Abrahamyan

 Parlamêntvanê ji fraksîya “Qedirê min heye” Tîgran Abrahamyan beşdarî civîna parlamêntîyê, ya Organîzeya Peymana Ewlehkarîya Kolêktîv û komîsîya hevkfarîya navneteweyî bûye, li kîderê krîzeya hûmanîtarîye li Qerebagê hatîye gotûbêjkirinê.

“Birêz hevkarên me, ez dixwezim guhdarîya we vexwendî ser bûyarên li Qafqasîya Başûr bikim.

Hûn çawa zanin wekî Adirbêcan dewekarîyên xwe hindava Ermenîstana endama organîzeyê raber dike û heger ew dewekarî neyêne mîyaserkirinê, wî çaxî Adirbêcan dibêje ku şerê nû wê biqewime.

Elîyêv bi têksta vekirî dibêje ku heger Ermenîstan dixweze nava aşîtîyêda  bijî, wî çaxî ew gerekê  li gorî qewilên Adirbêcanê dêlîmîtasîyayê mîyaserke.

Ew yek dide kifşê, wekî  Adirbêcan dixweze kontrola xwe li ser cêrge gund û axa Ermenîstanê îzbatke.

Gefxwerinên Elîyêv hema bi kirinên provokasîyon, yên dijî Ermenîstanê û Qerebagê tên rêberkirinê.

Nava vê hevtîya dawîda rûyê wan provokasîyada leşkerekî ermenî hatîye kuştinê.

Cîyekî mayîn jî  azêrîya li ser avtomaşîna leşkerên rûs agir kirine, nava encamên kîjanêda du meriv hatine birîndarkirinê.

Aşîtîparêzên rûs cedandina didine xebatê ku hal kontrolkin û rêjîma agirbestê bê xweykirinê, lê ev pirsgirêk helkirinên sîyasî dixweze.

Adirbêcan ne tenê agirbesta piştî şerê 44 roje diteribîne, ya ku ji alîyê serokatîyên Rûsîyayê, Ermenîstanê û Adirbêcanêda hatîye qebûlkirinê, ew usa jî dewekarîyên nû pêşda tîne û bi wî cûreyî yekîtîya têrîtorîyayên endama Organîzeya Peymana Ewleqkarîya Kolêktîv dike bin qezîyayê.

Dînamîka bûyarên van axirîya dide kifşê, wekî Adirbêcan agrêsîya nû amade dike, lê ew yek dide kifşê,wekî organîze jî dikare bikeve nava şêr.

Bi fikira min ev yek pirsa me hemûyaye ku em pêvajoya vî cûreyî bidine sekinandinê û bi gavên konkrêt Adirbêcanê mecbûrkin, ku ew ji gavên wî cûreyî paşda bisekine”.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button