H’emû nûçeSereke

Li komîtêya şêwira Avropayêye wezîra pirsa dîlên ermenîye leşkerî hatîye bilindkirinê

Duh hevdîtina şêwira wezîra, ya şêwira Avropayê pêk hatîye, wextê kîjanê pevguhartina fikira derheqa zêrandin û nuxsankirina dîlên leşkerî derbaz bûye.

Nûnerê Ermenîstanêyî nava şêwira Avropayêda Arman Xaçatryan derheqa wê yekêda xeberdaye ku çawa dîlên ermenîye leşkerî li hebsên Bekûyêda  bi neqanûnî tên xweykirinê.Ewî  teribandina prînsîpên mafên hûmanîtarî û borcdarîyên ku Adirbêcanê hildane ser xwe, şermezar kirîye, çimkî Adirbêcan hetanî roja îroyîn, bêyî tu qewil-qirara naxweze dîlên ermenîye leşkerî aza berde.Niha alîyê azêrîya qebûl dike wekî li Adirbêcanê tenê 33 dîlên ermenîye leşkerî tên xweykirinê.

Nûnerê Ermenîstanê daye dîyarkirinê, wekî li ser bingeha gunehkarkirinên çêkirî, desthilatdarîya Adirbêcanê prosêsên mehkemê teşkîl kirine û dîlên ermenîye leşkerî gunehkar kirine.Xêncî wê yekê usa jî bûyarên undabûna meriva hebûne.

Bona îzinnedayîna zêrandinên dîlên leşkerî, pêwîste ku organên navneteweyî bi guhdarî dîna xwe bidine vê pirsê.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button