Markûs Rîtêr elam kirîye wekî mîsîya Yekîtîya Avropayê wê wî çaxî çawa ya açix bê hesabê, heger Adirbêcan biharê êrîşê neyne ser Ermenîstanê: bersiva Bekûyê derengî neketîye

Heger Adirbêcan biharê êrîşê neyne ser Ermenîstanê, wî çaxî dikarin hesabkin wekî mîsîya Yekîtîya Avropayê ya açix bûye. Derheqa wê yekêda serokê mîsîya avropî Markûs Rîtêr gotîye.
“Bi fikira gelek ermenîya, Adirbêcanê biharê êrîşke. Heger ew yek neqewime, usaye mîsîya me îdî ya açixiçe”,- Rîtêr gotîye û serda zêde kirîye wekî ermenî gelekî şanin ku dîtindarên avropî li Ermenîstanêne.
Feqet serokê mîsîyayê usa jî gotîye wekî dîtirndar nikarin bikevine axa Adirbêcanê û bo wê yekê jî ew nikarin bibînin ku cîhwarkirina eskerên ku xwe bona êrîşê amade dikin, bibînin.
“Em nikarin beşdarî vê prosêsê bibin.Bin destên meda tenê dûrbîn û kamêra hene”,- Rîtêr gotîye.
Berdevkê wezîreta Adirbêcanêye karên der Ayhan Hecîzadê jî elametîya Markûs Rîtêr şirove kirîye. Ewî gotîye, wekî elametîyên Rîtêr giva li ser înformasîyayên qelp, yên alîyê ermenîya hatine hîmdanînê.
Hecîzadê serda zêde kirîye, wekî gerekê usa bê kirinê ku rûyê xebata mîsîyayêda, pêvajoya normalkirina pêwandîyên Adirbêcanê û Ermenîstanê zîyanê nekeve.







