H’emû nûçeSereke
Me pirs danîye pêşîya xwe ku sala 2023 a zêdaya êkonomîkîye 7 selefê bidine çareserkirinê: Nîkol Paşînyan
Bi serkarîya Nîkol Paşînyanê serokwezîr li hukumatê şêwirdarîya derheqa bernamên êkonomîkî pêk hatîye.
Dora wê têmayê serokwezîr bi taybetî daye dîyarkirinê: “Li gorî melûmetîyên ji komîtêya îstatîstîkê, Ermenîstan dîsa nava halê aktîvîya êkonomîka cîhê bilinddane. Me pirs danîye pêşîya xwe ku sala 2023 a jî zêdaya êkonomîkîye 7 selefê bidine çareserkirinê. Ez pêşnîyar dikim ku hinek pirsên girêdayî aktîvîya êkonomîkîva gotûbêj bikin û kirinên xweye pêşerojê bînin ber çeva”.
Wextê şêwirdarîyê kirinên bona xweykirina dînamîka pêşkeftî, yên nava goveka êkonomîkîda hatine gotûbêjkirinê.