H’emû nûçeSereke

Rûsîya hêvîdare wekî pirsên hevkarîya Ermenîstanê û Organîzeya Peymana Ewlehkarîya Kolêktîv wê helkirina çêkirinê bistînin

Moskva hêvîdare, wekî gotûbêjkirinên zîyandar, yên derheqa hevkarîya Yêrêvanêye tevî endamên Organîzeya Peymana Ewlehkarîya Kolêktîv wê bisekinin û pirsgirêkên pêşdahatî wê helkirina çêkirinê bistînin. Derheqa wê yekêda cîgirê wezîrê Rûsîyayêyî karên der Mîxayîl Galûzîn gotîye.

“Em hêvîdarin, wekî gotûbêjkirinên zîyandar wê bisekinin û cîhwarkirina mîsîya organîzeyêye nava axa Ermenîstanêda, usa jî pirsên mayîn wê bêne helkirinê. Em hemû xemgînîyên alîyê ermenî gotûbêj dikin”,- Galûzîn gotîye.

Cîgirê wezîrê Rûsîyayêyî karên der serda zêde kirîye wekî niha xebatên amadekirinê tên mîyaserkirinê, ku civînên meha gulanê û hezîranê, yên wezîrên karên der û  wezîreta parastinê bêne pêkanînê.

“Rojev gelekî dewlemende.Qewînbûna hevkarîya nava doranên organîzeyêda û pirsên başqe wextê hevdîtina wezîrên Ermenîstanê û Rûsîyayêye karên der bûne pirsên gotûbêjkirinê”,-Galûzîn gotîye.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button