H’emû nûçeSîyasî

Civaka êzdîyan daxaza garantîkirina kursîyên nûnerên xwe, yên li palamêntoya Kurdistanê dike

Civaka êzdîyan bi nama vekirî berbirî desthilatdarîya Kurdistana Îraqê bûye, ku li parlamêntê pênc kursîya bona nûnerên wan bêne  xweykirinê. Niha hewil didin ku wan  guhartina bikine nava qanûna derheqa hilbijartinada.

“Em dixwezin ku çawa beşeke miletê kurd, yên ku binecîhên kevinarin,  me  qebûlkin û bo wê yekê jî em bang dikin ku derheqa pênc cîhada  nava qanûna nûda bidine dîyarkirinê”,-nava namêda hatîye gotinê,.

Name ser navê serokê Kurdistanê, şêwira wezîra û parlamêntoya Kurdistanê hatîye şandinê.

“Em kurdên xwecihî û xwedî oleke taybetin”,-nûnerên êzdîya gotine.

Em bêjin, wekî li parlamêntoya Kurdistanê 11 cîh bona hemû komên êtnîkî û dînî hatine cudakirinê.Li Herêma Kurdistanê wê mijdara sala îsalin hilbijartinên parlamêntoyê bêne derbazkirinê.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button