H’emû nûçeSereke
Îranê îzinê nede ku sînorên herêma Qafqasîyayê bêne guhartinê: fermandarê hêzên Îranêye li ser erdê berbirî Bekûyê bûye

Piştî cêrge elametîyên derheqa cîleqandinên hêzên azêrîyada, fermandarê hêzên Îranêye li ser erdê Kîûmars Heydar gotîye: “Li Qafqasîyayê gelek pirsên tehsîrkir hene. Ji wana yek jî ewe wekî pêkehateyên rêjîma sînonîst li ser sînorê vî welatîne”. Fermandarîya îranî berbirî Bekûê bûye û gotîye: “Îranê heyîna nûnerên rêjîma sîyonîstî li welatên herêmê qebûl neke û wê ber xwe bide”.
Fermandarê eskerê Îranê daye dîyarkirinê, wekî pirsa mayîn jî heyîna têrorîstên ji Sûrîyayêye, yên ku wextê şerê di navbera Adirbêcanê û Ermenîstanêda hatine cîguhastinê û tu şedetî tunene, wekî ew ji herêmê dûrketine.
Heydarî serda zêde kirîye: “Pirsa sêemîn guhartina sînorên dewletaye.Îran qedirê sînorên welatên cînar digre û wê îzinê nede ku ew bêne guhartinê”.







