H’emû nûçeSîyasî

Kompanîyayên bîyanî deranîna nefta li Kurdistana Îraqê dane sekinandinê

Kompanîyayên bîyanî li Kurdistana Îraqê, piştî sekinandina deranîna neftêye berbi Tirkîyayê, xebatên xwe dane sekinandinê.

Tirkîyayê deranîna neftêye ji Bakûrê Îraqê 25 ê adarê daye sekinandinê, piştî wê yekê, dema ku mehkema navneteweyî birîyar kir wekî Tirkîyayê qayîlnivîsara dualî teribandîye.

Hukumata Herêma Kurdistanê nûnerên xwe şandine Bexdayê, lê hetanî niha ew negihîştine qayîlîyê.Derheqa wê yekêda rojnama  Iraq Oil Report ê  nivîsîye.

“Pêşnîyarên herdu alîya jî hatine înkarkirinê”,-cîgirê serokê parlamênta Îraqê, endamê Partîya Kurdistanêye Dêmokratîk, Şaxavan Ebdule gotîye.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button