H’emû nûçeSereke

Li Bekûyê dagirkirina axa Ermenîstana serbest ya bi seda kîlomêtra çawa “karê Adirbêcanêyî hundur” nav kirine

Wezîreta Adirbêcanêye karên der ewqas derew kirine wekî ewê pêwandîya  tevî rastîyê unda kirîye.

Bi şirovekirina elametîyên Nîkol Paşînyanê serokwezîr, yên wextê civîna hukumatê kirî, berdevkê wezîreta Adirbêcanêye karên der Ayhan Hecîzadê gotîye: “Alîyê ermenî gerekê ji dewekarîyên têrîtorîyal, yên  hindava axa Adirbêcanê paşda bisekine. Dewsa vexwendina organîzeyên navneteweyî û tevbûna tevî îşê meyî hundur, Ermenîstan gerekê borcdarîyên xwe biqedîne”.Em bîr bînin, wekî Hecîzadê derheqa mîsîya Avropayêda dibêje, ya ku agrêsîya meha îlonêva girêdayîye.

Bi gotina Hecîzadê, axa Ermenstana serbixwe “îşê Adirbêcanêyî hundure”. Bi berdewamkirina elametîyên ne nêzîkî aqila, Hecîzadê dibêje, wekî “Nava van hevtîyên dawîda Ermenîstanê axaftina xweye agrêsîv, ya dijî Adirbêcanê zêde kirîye û 5 ê adarê provokasîya dijî Adirbêcanê mîyaser kirîye /kuştina sê xebatkarên polîsîya Qerebagê, ya ji alîyê azêrîyada kirî, avîtine ser alîyê ermenî/  û 20 ê adarê jî giva alîyê  azêrî cêribandîye bilindaya dagirke”.

Bi gotina “dewekarî”, Hecîzadê dixweze bêje ku bo çi civaka navneteweyî bang dike ku hêzên azêrî ji axa Ermenîstanêye dagirkirî derkevin û îzina komkujîya ermenîyên Qerebagê nedin.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button