H’emû nûçeSereke

Li pênc xala alîyê azêrîya ji 100 î hetanî 300 mêtrî pêşda hatîye: qulixdarîya ewlehkarîya miletîyê

Li gorî pevketina destanî, ya tebaxa sala 2022 a, ji 1 ê nîsana sala 2023 a da korîdora Laçînê, ya ku Qerebagê Ermenîstanêva dide girêdanê, gerekê li ser pira Kornîzorê ser hevda bê. Rîya ku Ermenîtstanê  korîdora Laçînêva dide girêdanê, gerekê bi rîya Kornîzor-Têxêra, tenê nava axa Ermenîstanêra, derbazbe. Derheqa wê yekêda nava elametîya qulixdarîya ewlehkarîya miletîyêda hatîye gotinê.

“Li gorî pevektinên Ermenîstanê û Adirbêcanê, sînorxweykirên herdu welata gerekê dawîya meha adarê bi dirêjaya sînor bêne cîhwarkirinê.

Wextê cîhwarkirinê, xerîtên başqe pêşda hatine. Li hinek cîha alîyê azêrîya hîvîya rastkirinên pevketî nesekinîne û destpê kirine cîhwarbin û xebatên înjênêrîyê mîyaserkin.

Li gorî  hesabkirinên alîyê ermenî, pênc xalên usa hene, li kîderê alîyê azêrîya ji sînor ji 100 î hetanî 300 mêtrî pêşda hatine.Niha pevketin hatîye destanînê, wekî xerîtkêşên herdu alîya hal bidine rastkirinê.

Alîyê ermenî bi fikirdarîya bona  îzinnedayîna êskalasîyayê nêzîkî pirsê dibe.

Li van cîha tabîyên eskerên Ermenîstanê tunebûne, çimkî tabî ne ku ser xeta sînor tê cîhwarkirinê, lê li ser bilindayên stratêcî.Parastina wê beşa sînor gerekê biketa bin kontrola sînorxweykira, li gorî pevketina dîyarkirî”,-nava elametîyêda hatîye gotinê.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button