H’emû nûçeSereke
Stêpanakêrt bangî şêwira ewlehkarîyê, ya Organîzeya Netewên Yekbûyî dike, ku garantîyayên jîyana binelîyaye li Arsaxê bide çareserkirinê

Wezîreta Arsaxêye karên der elametî belav kirîye, ya ku girêdayîye 7 salîya şerê çarrojeye ku ji alîyê Adirbêcanêda hatibû mîyaserkirinê.
Nava elametîyêda hatîye gotinê, wekî agrêsîya meha nîsanê armancên Adirbêcanê eşkere kirin, yên ku bona teribandina pêvajoya edil û helkirina pirsgirêkêye bi rîya qewatê bû.Cezanekirina kirinên Adirbêcanê û bêdengîya civaka navneteweyî bona wê rê vekirin û mecal dan ku Adirbêcan dijî Arsaxê provokasîyayên nû mîyaserke.







